• Monday, 16 February 2026
logo

Kobanî – DAIŞê alîkarî stand û êriş kir lê…

Gulan Media January 17, 2015 Nûçe
Kobanî – DAIŞê alîkarî stand û êriş kir lê…
Balafirên hevpeymaniya navdewletî îro sibehê çeperên DAIŞê li nav bajarê Kobanî bombebaran kirin, ev yek jî piştî wê yekê tê ku duhî şerekî giran li wî bajarî qewimî.

Peyamanêrê Rûdawê li nêzîk sînorê Kobanî ragihand ku îro saet 8:15ê li gor dema Hewlêrê balafirên hevpeymaniyê çeperên DAIŞê li Kobanî bombebaran kirin.

Derbarê şerê duh li bajarê Kobanî de, peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku şer ji serê sibehê û heta bi şevê berdewam kiribû.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku cebilxane û alîkariyên leşkerî ji aliyê Cerablus û Munbicê li rojava û başûrê Kobanî û ji aliyê Girê Spî û Reqayê li rojhilatê Kobanî ji bo çekdarên DAIŞê yên li bajêr hatibû.

Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, DAIŞê duhî hewl da cihên ku dest daniye ser biparêze û bergiriyê li cihên xwe bike, lê rêxistinê ti pêşdeçûnek nekir.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, êdî topên DAIŞê nagihin taxên Kobanî yên ku sivîl tê de dijîn û bi tenê li çeperên şer dikevin.

Rudaw
Top