• Monday, 16 February 2026
logo

Parlementoya Kurdistanê: Em bêdeng namînin

Gulan Media January 17, 2015 Nûçe
Parlementoya Kurdistanê: Em bêdeng namînin

Piştî ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) “Encûmena Kantona Şingalê” ragihand, Parlementoya Kurdistanê ragihand ku ew li ser vê pirsê bêdeng namîne.

Sekreterê Parlementoya Kurdistanê Fexredîn Qadir di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku “Em wek Parlementoya Kurdistanê li ser ragihandina “Encûmena Kantona Şingalê” ji aliyê PKKê ve bêdeng nabin, di nêzîktirîn dem de jî wê Serokatiya Parlementoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina vê pirsê bicive.”

Fexredîn Qadir dibêje ku, ew nizanin mebesta PKKê ji ragihandina “Encûmenê Kantona Şingalê” çi ye û tekez kir ku “Di civîna serokatiya parlementoyê de ew dê bi fermî helwesta xwe ragihînin.”

Roja Çarşema borî, li sere Çiyayê Şingalê hejmarek ji serkirdeyên PKKê û nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civînek pêk anîbûn, piştî bidawîhatina civînê di konferansekî rojnamevanî de “Encûmenê Kantona Şingalê” ku ji 27 endaman pêk tê, hat ragihand bûn.

Berpirsên PKKê di wî komferansî de digotin ku, pêwîste ji niha û şûnde pêngava rêvebirina xweser a demokratîk li navçeyê dest pêbike û Kurdên Êzdî bi xwe biryarê li ser çarenvîsa xwe bidin.

Rudaw
Top