Davutoglu: Em nahêlin çekdar li ser Tirkiyeyê re derbas bibin
Davutoglu di hevpevînekê de ligel ajansa Reutersê got, dibe ku Tirkiye navçeyên leşkerî li ser sînorê Sûriyê berfirehtir bike ji bo ku rê li ber çûn û hatina çekdarên biyanî bê girtin. Herwiha Davutoglu anî ziman ku lê Tirkiye dê sînorê xwe bi temamî li ber penaberên Sûriyê negire.
Ahmet Davutoglu bal kişand ku li ser sînorê wan yê ligel Sûriyê kampên penaberan hene û li hin cihên diyarkirî tedbîrên tundtir hene û dibe ku ew navçeyên leşkerî berferehtir bibin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê krîza Sûriyê wek metrisiyeke mezin ya ewlekariyê da zanîn, lê got, çareserî ne di şerê li dijî DAIŞê bi tenê ye û daxwaz kir ku herêmeke dijîfirînî di bin parastineke navdewletî de bê avakirin ji bo ku bajarê Helebê ji hêzên rejîmê bê parastin.
Bi nêrîna Davutoglu, çavkaniya pirsgirêka li Sûriyê hovîtiya rejîma Beşar Esed e.
Rudaw
