• Monday, 16 February 2026
logo

Şingalî: Pêdiviya Bexdayê bi Hewlêrê heye

Gulan Media January 16, 2015 Nûçe
Şingalî: Pêdiviya Bexdayê bi Hewlêrê heye
Hikûmeta İraqê rûbirûyê krîzeke aborî bûye, Endamekî Parlamentoya İraqê jî dibêje: ‘’Krîzeke mezin a aborî li İraqê heye, loma divê fikir li derbaskirina vê krîzê bê kirin.’‘

Derbarê mijarê de Endamê Komisyona Darayî ya Parlamentoya İraqê Macid Şingalî ji BasNewsê re got: ‘’Hikûmeta İraqê rûbirûyê krîzeke gelekî mezin bûye, butçeya wê 42 trîlyon dînar kêm kiriye, di demekê de ku li bazarên cîhanê behayê bermîlek petrol bûye 42 dolar. Pirsgirêk evna ye berî amadekirina projeya butçeya 2015 ya İraqê, behayê bermîlek petrol bi 90 dolaran hatibû hesabkirin.’‘

Şingalî wiha axifî: ‘’Niha pirsgirêkeke mezin a butçeyê heye, ji xeynî wêya ku heta niha jî şer li ser çawaniya xerckirina butçeya 2014’an heye, di wê salê yek dînar ê mafê Herêma Kurdistanê nehatiye şandin û Bexdayê hemû xerckiriye, herwiha pereyên 10 mehan ên Herêma Kurdistanê ji butçeya 2014’ê nexwiya ne.’‘

Li gor Şingalî, İraq ji bo vê pirsa kêmbûna butçeyê çareser bike, pêdiviya wê bi şandina yek milyon bermîl petrol heye û wiha dibêje: ‘’Loma take rêya derketina ji vê krîzê ew e ku İraq li Herêma Kurdistanê vegere, ji ber Kurdistan rojane nêzîka 400 hezar bermîl petrol dişîne derve, 500 hezar bermîl petrol a Kerkûkê jî di bin desthilata Herêma Kurdistanê de ye, ligel vêna bi giştî Herêma Kurdistanê dikare 900 hezar bermîl petrol bişîne derve. Lewra tê çaverêkirin ku hikûmeta Bexdayê daxwazê ji Herêma Kurdistanê bike daku alîkariya wê bike.’‘

Bi baweriya Şingalî, eger heye ku Herêma Kurdistanê bi daxwazeke wiha razî nebe, ji ber di demên borî de Bexdayê bawerî nedaye Herêma Kurdistanê û niha jî ne cihê baweriyê ye li ba Kurdan.

Basnews
Top