PKKê gavek ji bo avakirina ‘Kantona Şingalê’ avêt!
Roja Çarşema borî (14ê vê mehê), di civînekê de ku bi amadebûna hejmarek berpirsên PKKê li çiyayê Şingalê birêve çû, wek yekemîn gav ji bo çêkirina Kantona Şingalê, encumeneke serbixwe bo "Xweseriya Demokratîk" ji bo Şingalê hat çêkirin.
Ew encumen ji 27 kesan pêk tê, ku li gorî medyaya PKKê, ew encumen dê bibe bingeha îdareya Kantona Şingalê û navê encumenê jî niha "Encumena Êzîdiyên Şingalê" ye.
PKKê dibêje, ew 27 kes nûnertiya penaberên kurdên êzîdî yên Kampa Newrozê li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê, kurdên êzîdî yên li kampên Başûrê Kurdistanê û çiyayê Şingalê dikin.
Di wê civînê de ku di bin navê “Xweserikya Demokratîk, Îradeya Me ye” de hat lidarxistin, hejmarek berpirsên PKKê û hejmarek kurdên êzîdî yên devera Şingalê amade bûn.
Medyaya PKKê dibêje, jibilî amadebûna 200 nûnerên êzîdiyên Şingalê, Cîgirê Berpirsê Melbenda Mûsilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hisên Derman tê de amade bû, herwiha nûnerên hinek komele û partiyên kurdên êzîdî yên nêzîkî PKKê jî tê de beşdar bûn.
Herwek medyaya PKKê belav kiriye, Cîgirê Berpirsê Melbenda Mûsilê ya YNKê Hisên Derman di civînê de, bi navê YNKê axifiye û gotiye, “Ez destxweşiyê li lidarxistina vê civînê dikim û diviyabû zûtir bihata lidarxistin. Em wek YNK ligel îradeya gel in.”
Rudaw
