• Monday, 16 February 2026
logo

Teror gihîşt welatê Beljîkayê

Gulan Media January 16, 2015 Nûçe
Teror gihîşt welatê Beljîkayê
Polîsê Belcîka kuştina 2 kesên ser bi grûpeke radîkal ve ragihand û aşkere kir ku wan 2 çekdaran pilan dikirin ku karên terorîstî li Beljîkayê pêk bînin.


Dozgeriya Giştî ya Beljîkayê diyar kir ku rewşa amadebaşî û alarmê piştî operasyona girtina herdu tometbaran, li hin navçeyên hat bilindkirin.


Dozgeriyê bal kişand ku herdu kesên ku hatine girtin tevlî şerê li Sûriyê bûbûn û piştre vegeriyan Beljîka.


Li gor daxuyaniya Dozgeriya Giştî ya Beljîkayê, hêzên polîs 10 operasyonên din li çend navçeyên li ser sînorê Almanyayê li dijî radîkalan pêk anîne.


Dozgeriya Giştî aşkere kir ku kesekî din di operasyonan de hatiye girtin.

Rudaw
Top