• Monday, 16 February 2026
logo

Almanya: Parlamentoyê li ser Pêşmerge bi ya hikûmetê nekir

Gulan Media January 16, 2015 Nûçe
Almanya: Parlamentoyê li ser Pêşmerge bi ya hikûmetê nekir
Pêşniyara hikûmeta Almanya ya şandina pisporên leşkerî bo Başûrê Kurdistanê ji aliyê parlamentoya wî welatî ve neket dengdanê.

Biryar bû îro Parlamentoya Almanyayê biryara xwe ya dawî li ser pêşniyara hikûmetê ya şandina 100 pisporên leşkerî bo Başûrê Kurdistanê bide.

Lê Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê, Zinar Şîno ragihand, her çiqas di civîna îro ya parlamentoyê de Wezîra Parastinê Ursula von der Leyen û Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier beşdar bibûn û hewl dabûn parlamentoyê razî bikin ku pêşniyarê pesend bike lê pêşniyar neket dengdanê.

Zinar Şîno da zanîn ku li gorî daxuyaniyên hinek parlamenteran, ev mijar dê civînên rojên 26-30ê vê mehê yên parlamentoyê de dîsa were rojevê û biryara dawî li ser bê dayîn.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, îro li parlamentoya wî welatî û di dema ku parlamenteran şandina pisporên leşkerî bo Başûrê Kurdistanê gotûbêj dikirin, gotibû, nabe Almanya li hember êriş û gefên li ser Hewlêrê bêdeng bimîne û wiha axivîbû:

“Çimkî Hewlêrê himêza xwe ji bo mesîshî, êzîdî û hemû pêkhate û kêmîneyên din vekiriye.” Frank-Walter Steinmeier her wiha gotibû: “Tenê hêzên Pêşmerge karîn êrişên DAIŞê bidin sekinandin.”

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen jî li parlamentoyê axivî û got, ez 5 roj berê li Hewlêrê bûm. Wê demê li Fransayê her kesî digot “Ez Charlie Hebdo me” lê divê em jî bêjin “em kurd in, em êzîdî ne” û li ser alîkarîkirina wan berdewan bin.

Rudaw
Top