Pêşmerge bersiva îdiaya “girtîgeha veşartî” da
Berdevkê Artêşa Almanyayê yê berê Torsten Stefan beşdarî bernameya “Monitor” a televîzyona Almanyayî ya fermî bibû û îdia kiribû ku cihê çekên ji pêşmergeyan re şandî ne diyar e.
Torsten Stefan herwiha pêşmergeyan bi binpêkirinên mafên mirovan tewanbar jî kiribû gotibû: “Girtîgehêk veşartî ya Wezareta Pêşmerge heye û li wê derê îşkenceyê li girtiyan dike.”
Helgurd Hîkmet ji Rûdawê re ragihand ku ew li ser wê mijarê lêkolînê dikin û dê bersiva wan îdiayan bidin.
Hîkmet diyar kir ku Stefan dijbere Hikûmeta Almanyayê ye û dema ew erkdar jî bi wî çavê li bûyeran dinêrî.
Hîkmet wiha got: “Girtîgeha Wezareta Pêşmerge nîne. Kesên ku ji ber terorîzmê girtin jî di çarçoveya pîvanên mafên mirovan de tên dadkirin. Kesên ku birîndarbin tê ne dermankirin.”
Cîgirê Serokê Desteya Mafên Mirovan yê Parlamentoya Kurdistanê Feyroz Taha jî ji Rûdawê re got ew ji ber girtîgeha veşartî yan jî binpêkirinên mafên mirovan rastî ti giliyan nehatine.
Parlamenter Taha wiha got: “Heger hin kes îdiyên wisa bikin bila bi belgeyan serlêdana me bikin, emê wê demê şev û ron pê bikevin.”
Rudaw
