DAIŞê Washington kir armanca xwe lê…
Wezareta Dadê ya Amerîka ragihand ku ciwanek ku pilan dikir êrîşî avahiya Kongreyê bike ji FBIyê ve hat girtin.
Li gor daxuyaniyeke Wezareta Dadê ya Amerîka, Christopher Cornell (20) î hewl dabû êrişî fermanberên hikûmeta Amerîka bike û Kongreya Amerîkayê jî biteqîne.
Çavkaniyên di nava FBI de aşkere kirin ku Cornell li ser Twîterê hisabek bi navê Raheel Mahrus Ubaydah vekiribû û di rêya wê re daxuyanî û vîdeoyên ku piştgiriya rêxistina DAIşê dikin, belav kiribûn. Herwiha piştgiriya xwe ji cîhadê û çend êrişên tund yên ku li Amerîkayê û deverên din çêbûne, anîbû ziman.
Li gor heman çavkaniyan, Cornell duhî xwestibû bi 2 çekên ji curê M15 û nêzîkî 600 guleyan biçe Washingtonê û li wir fermanberên Kongreyê bikuje.
Berî ku bê girtin, Christopher Cornell ji aliyê FBI ve dihat çavdêrîkirin.
Rudaw
