Sêyem yekîneya Hêzên Pêşmerge diçe Kobanî
Çavkaniyekî Pêşmerge ji Rûdawê re got ku, Hêzeke Pêşmerge dê ber bi Kobanê ve biçe ji bo ku şûna wê hêza pêşmerge ku ev zêdetirî mehekê ye li Kobanî ye, bigire.
Wî jêderî diyar kir ku ew ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatine agahdarkirin ku divê amade bin ji bo biçin Kobanî.
Yekemîn yekineya Hêzên Pêşmerge ku ji 150 pêşmergeyan pêk dihat bi fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi razîbûna Parlamentoya Kurdistanê di 28ê Cotmeha sala 2014 de bi çekên giran ji Hewlêrê ber bi Kobanî birêketin û piştî 35 rojan vegeriyan Başûrê Kurdistanê.
Yekineya duyemîn ya pêşmerge di 3yê Kanûna sala borî de çûbû Kobanî û heta niha li wir şerê rêxistina DAIŞê dike.
Rudaw
