Di 6 rojan de 264 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê Sed Maen di daxuyanîyekê de got, hêzên ewlekariya Iraqî bi piştevaniya balafirên hevpeymanîya navdewletî û hêzên şîe, di 6 rojên borî de 231 çekdarên DAIŞê kuştin û 33 çekdarên din jî birîndar kirin.
Sed Maen anî ziman ku, ji nava wan çekdaran li parêzgeha Enbar 104, li Selahedînê 74 û li Bexdayê û derdora wê 52 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Rudaw
