Serokê Baroya Şirnex: Li Cizîrê polîsan ew zarok kuşt!
Rêvebiriya Ewlekariya Şirnexê îdia kir ku nûçeyên dibêjên Nihat Kazanhan (12) ji aliyê polîsan ve hatiyê kuştin ne rastin. Ji aliyê din ve jî Serokê Baroya Şirnex Nuşirvan Elçî jî got: “Delîl ji me re didin xuyandin ku Kazanhan ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.”
Ji ber aloziyên Cizîrê Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle û Selma Irmak duhî çûbûn Cizîrê peyama Rêberê PKK Abdullah Ocalan ragihandibû.
Dicle li navçeyê axaftinek ji girseya kombûyê re kir. Piştî axaftina Dicle, girsê bilav bibû û Kazanhan hatibû kuştin.
Piştî bûyerê KCDê ragihand ku polîsan Kazanhan kuştiye. Lê Rêvebiriya Ewlekariya Şirnexê daxuyaniya KCD direwand û ragihand ku ji beriya bûyer û piştî bûyerê jî polîsan çek bi kar neanîne.
Serokê Baroya Şirnex Nuşirvan Elçî ji Rûdawê re diyar kir ku ew li wê ramanê de ne ku polîsan ew zarok kuştî ye û got: “Li wê derê zarokên 9-10 salî ku direwan nekin, bûyer dîtine. Ew di bêjin polîsan bi zanebûn gule berdan wî.”
Elçî diyar kir ku li Cizîrê polîs wekî sivîlan erka xwe dikin û wiha got:
“Li Cizîrê ti polîs û wesayîtên polîsan jî yên fermî nîne. Plakayên wesayîtên polîsa nîne. Her çi qasî bên hişyarkirin jî lê dîsa ew wisa erka xwe didomînin. Heger dibêjin me ne kiriyê divê wê gavê kiryaran bibîne.”
Elçî anî ziman ku li navçeyê hêj alozî didome.
Herwiha li benda encama otopsiya jî Amedê bê ne.
Rudaw
