Fraksiyona PDKê daxwaza vekirina nivîsîngeha parlemana Kurdistanê li Şingalê kir
Di daxwaznameya fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) de hatiye xuyakirin: ´´ji ber gihandina dengê sitemdîde ya Şingal û derdora wê bi parlemana Kurdistanê û dûriya evê deverê û herwiha giringiya vê ji aliyê stratejîk ve, ew daxawz dikin ku nivîsîngeha parlemana Kurdistanê li Şingalê bihê vekirin.´´
Omêd Xoşnaw serokê fraksiyona PDKê di parlemana Kurdistanê de jî li ser malpera facebook a xwe ew yek piştrast kiriye.
