• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî kir

Gulan Media January 14, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî kir
Êvariya doh çarşem 14.01.2015 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad Emîn Medenî Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî û şanda li gel kir.

Di hevdîtinê de Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û xweşhaliya xwe jî bi Serok Barzanî ragihand ku serdana Kurdistanê kiriye û behsa rola Serok Barzanî kir ku destê rêzdar li binyatnana aramiya siyasî û civakî û geşbûna Herêma Kurdistanê de hebûye û li navçeyek de ku pire ji kêşe û qeyran û gengeşeyan û ragihand pêkhatina wê aramiyê karêkî ne hêsane. Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî li şerê dijî terorîstan de destxweşiyê li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge kir û hêvî jî xwest ku li paşarojeke nêzîk da dawî bi tehdîda terorîstan bê û Iraq bikarê aramiya xwe bi dest bîne û hemû pêkhat bi azadî pêkve bijîn û mafê hemû aliyek bê dayîn. Li beşekî dinê axaftina xwe de Emîndarê Giştî yê rêxistina Alîkariya Îslamî bi kurtî di derbarê çalakî û bernameya karê rêxistina Alîkariya Îslamî ji bo Serok Barzanî xisterû.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û rola rêxistina Alîkariya Îslamî li nêzîkkirina nêrînan û çareserkirina kêşeyên welatên Îslamî û her wiha hevkariya mirovî bi bandor wesif kir. Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî sedemên serhildana teror û geşkirina wê ya li Iraqê ji bo şanda mîhvanan behs kir û eve jî dûpat kir ku terorîstên Da'îş bela û êş û nehametîn li ser navçeyê û dijmina hemû cûre bîrkirin û ol û mezhebekin. Çek û îmkaniyata dû dewletan ketiye destên wan û êrîşa xelkê bêtawan kirin û tawaneke gelek mezin encamdan. Lê belê niha bi sedema xweragiriya Pêşmerge hevkêşî guheriye û xelk bi başî li mahiyeta Da'îş gihîştiye û tu paşarojeke wan nabê.

Her li vê hevdîtinê de proseya siyasiya Iraqê û di derbarê rewşa jiyan û guzeraniya koçber û penaberan hate nirxandin.


Top