• Monday, 16 February 2026
logo

Ji Ocalan talîmata Cizîrê

Gulan Media January 14, 2015 Nûçe
Ji Ocalan talîmata Cizîrê
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan got ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan talîmat da ku pevçûnên di nava Tevgera Ciwanên Şorêşgerên Welatparêz (YDG-H) û Huda-Parê de birawestin.

Aloziyan li navçeya Cizîrê ya girêdayî Şirnêx di nava alîgirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Huda-Parê de derketin, hêj didomin. Herwiha her çi qasî hin kesan navberî kirî be jî hêj di navbera herdu aliyan de pevçûn ranewestane. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle û Selma Irmak ligel şandekê li navçeyê ser bûyeran lêkolîn kirin.
Altan Tan pevçûnên li navçeya Cizîrê rû dayin ji Rûdawê re nirxand.

Tan wiha got: “Abdullah Ocalan ji bo rawestandina van pevçûnan ferman da. Jixwe serî û pê de Ocalan dianî ziman ku pevçûnen wisa şaş in.”

Tan diyar ki ku piştî fermana Ocalan şanda HDK û HDPê çûn Cizîrê.

Tan bal kişand ser wê yekê ku piştî biryara “Bila ti kes li çalakiyan rûye xwe nepêçin, molotofan bi kar neynîn û keviran neavêjin” hatî dayin pevçûnan dest pê kir û wiha domand got: “Heger piştî vê biryarê wan çalakiyên wisa dest pê kirî be divê bingeha wan provokasyonan bê lêkolandin.”

Tan anî ziman ku ew dijî tundiyan e û wiha got: “Divê hêrsa li cem civakî kombûyî û serhpêhatiyên berê were fêm kirin. Ez ne ji ber ku ez dixwazim wan bûyera meşrû bikim wisa dibêjim. Heger ev pirsgirêk neyên çareserkirin bûyrên xirabtir dê rû bidin.”

Tan li ser helwesta Huda-Par û PKKê jî wiha got: “Divê siyaseta kurdî pir deng be. Pêwîst e hemû alî tehemûla hev bikin. Ti kes nikare civakê mecburê yek ramanê, yek îdeolojiyê û yek jiyanê bike. Heger xelk bên mecbûrkirin dê wê demê pevçûn derbikevin. Huda-Par û HDP divê hevdu ne wekî dijmin bibînin lê dibe ku aliyê siyasî de hevrikên hev bin û divê wisa jî be.”

Li Cizîrê di encama şer û pevçûnên di navbera alîgirên DBP, Huda-Par û polîsan de 5 kesan jiyana xwe ji destdabû.

Rudaw
Top