• Monday, 16 February 2026
logo

Li Ukraynayê êriş: 11 sivîl hatin kuştin

Gulan Media January 14, 2015 Nûçe
Li Ukraynayê êriş: 11 sivîl hatin kuştin

Li Ukraynayê li herêma Donetskê di êrîşeke bi roketê ya li hemberî otobusekê de herî kêm 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya polîsê Ukrayna de hat ragihandin ku li nuqteyeke kontrolê ya polîsan a nêzî bajarê Bûgasê, komên Rûs ên alîgirên serxwebûnê êrîş kirin û roketek di vê êrîşê de hat avêtin, bi şaşitî li otobusekê ketiye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku herî kêm 11 sivîlên di otobusê de jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên artêşa Ukraynayê îdîa kirin ku êrîş ji aliyê komên Rûs ve hatiye kirin. Di daxuyaniya artêşê de hat îdîakirin ku êrîş bi roketên Gard ê Rûs hatiye kirin.

Di daxuyaniya komeke alîgirê serxwebûnê ya bi navê Komara Gel a Donetskê de jî hat ragihandin ku êrîşa li hemberî sivîlan ji aliyê wan ve nehatiye kirin.

Xendan
Top