• Monday, 16 February 2026
logo

Li Nisêbin pevçun: 2 polis birîndar bûn

Gulan Media January 14, 2015 Nûçe
Li Nisêbin pevçun: 2 polis birîndar bûn

Li navçeya Nisêbinê, di navbera polis û ciwanan de pevçun derkt û yek jê komîser 2 polîs birîndar bûn.

Li navçeya Nisêbinê ya Mêrdinê ciwanan êrişên li Cizirê û mudaxelayên polisan bi çalakiyekê şermezar kir. Ciwanan rê li trafikê girtin û kamerayên mobeseyan şikandin. Piştî kû polîs hatin cihê buyerê di navber ciwan û polisan de pevçûn derket. Polisan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxele kir û ciwanan ji bi bombeyên deng, molotof û fişekên hewayî bersiv da.

Di pevçunan de yek jê komiserek 2 polîs birîndar bûn. Dîsa d buyeran de wesaîtek zirxî ya polisan şewitî.

Di buyeran de gelek hemwelatîyên derdorê, di bin bandora bombeyên gazê ya polîsan de man.

Xendan
Top