Amerîka: Emê 3 tabûrên Pêşmerge perwerde bikin
Harf îro li Washingtonê bo çapemeniyê civînek lidar xist.
Peyamnêrê Rûdawê Namo Abdulla jî amade bû û ev pirs kir: "Piştî bûyerên Parîsê, hûn hewl nadin ku alîkariyên xwe bo Pêşmerge zêdetir bikin?"
Marie Harf jî wiha bersivand: “Em berdewam bûn li ser zêdekirina alîkariyan bo Hêzên Pêşmerge. Tenê ezê mînakekê ji te re bînim, ku di vê mehê de Pentagon ragihand ku perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê li navçeya Esed a Enbarê û Tacî ya Bexdayê dest pê kiriye û ew yek li 2 navçeyên din jî dest pê dike.
Ev bername bo wê yekê hatiye danîn, ku 12 tabûrên Iraqê werin perwerdekirin, ku ji wan 12an, 3 tabûrên Kurdistanê ne. Bi wê wateyê ku em alîkarî, çek û hemû hevkariyekê pêşkêş dikin.”
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, John Allen, beriya çend rojan hatibû Herêma Kurdistanê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya bû.
Allen tekez kiribû ku, welatê wî dê berdewam be li ser piştgîriya Herêma Kurdistanê û ji welatan jî re bêje ku di pêşkêşkirina alîkariyan bo Kurdistanê berdewam bin.
Rudaw
