• Monday, 16 February 2026
logo

Gotina Bexdadî ku gotibû -Li NewYorkê em dê hev bibînin- henek nîne

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
Gotina Bexdadî ku gotibû -Li NewYorkê em dê hev bibînin- henek nîne
John MakKayn (John McCain), senatorê Amerîkayî ragihand ku gotina serokê rêkxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞê) Ebû Bekir Bexdadî ku gotibû" Em dê we li New Yorkê bibînin", hate xuyakirin, ku henek nîne û ciddî ye.

Senatorê navdarê Amerîkayî yê ser bi partiya Komarîxwazan ve John MakKayn (John McCain) di hevpeyvînekê de li gel kanala CNN got: ´´Guhnedana serokê Amerîka bi rawêjkarên xwe bo hîştina hezekê li Iraqê û pirçek nekirina artêşa Suriyaya azad û hin biryarên dinê bûne sedem ku rêkxistina DAIŞ`ê derkeve holê.

MakKayn herwiha got: ´´Em niha li hemberî yek ji rêkxistinên herî tundrew a xîlafetê ne û ti stratejiya me bo şerê li dijî mezinbûna vê rêkxistinê û tinekirina wê nîne. Ev çend heyvin her çiqas êrişên esmanî dihên encamdan jî, lê me nekarî em DAIŞê ji Kobanê derxînin.

Ew senator Amerîkayî tekez li ser wê yekê jî dike û dibêje: Di vê demê de DAIŞ biserdikeve û divê em li pey wan bin û pêwîstî bi destêwerdana bejayî heye li Sûriyê û Iraqê. Herweha pêywîste artêşa Sûriya ya Azad bihê pirçekkirin û navçeyekî dijî firînê bihê avakirin.

Top