Mistefa: Pêwîstiya me bi piştevaniya Swêdê heye
Duhî Felah Mistefa li Swêdê ligel Wezîra Derve ya Swêdê Margot Wallstrom civiya û di wê hevdîtinê de, behsa şandina çekên giran bo Hêzên Pêşmerge hatkirin.
Piştî hevdîtinê, Mistefa di civîneke rojnamevaniyê de, behsa xebata kurdan li dijî DAIŞê kir û wek gefekê li ser hemû cîhanê da xuyakirin.
Rojnameya Aftonbladet a swêdî nûçeyek li ser serdana Felah Mistefa bo wî welatî belav kiriye û tê de behsa wan 24 şehîdên Pêşmerge yên ku li nahiyeya Guwêrê şehîd bûne, kiriye.
Herwiha Mistefa li wir ji ajansa TT a swêdî re gotiye: “Tişta ku çê bû, ne ji nişkê ve bû, ji ber ku hîna DAIŞ li navçeyê ye û jinav neçûye. Di sînorekî dûr û dirêj de em şerê wan dikin, dema ku em li cihekî li wan didin, ji aliyekî din êriş dikin.”
Wek tê gotin bi sedan xelkê Swêd tevlî Hêzên Pêşmerge bûne û Mistefa tekez dike ku gellek xelkê xwebexiş di şer de beşdar in û hêvî dike ku, hejmarek zêde ji Swêd tevlî Hêzên Pêşmerge bibin û şerê DAIŞê bikin.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Pêwîstiya me bi piştevaniya Swêdê heye, lewma Hikûmeta Swêdê pisporên leşkerî bo perwerdeya Hêzên me bişne.”
Felah Mistefa li Ewropayê hewl dide ku çekên giran, mîna tank û topan ji Hêzên Pêşmerge re bidest bixe, da ku karibin zêdetir êriş bikin ser DAIŞê.
Herwiha Mistefa got, “Divê em wek hêzên iraqî hemû bi hev re şerê wê rêxistinê bikin. Rast e karekî giran e, lê divê em pê rabin.”
Medyay welatê Swêdê bi girîng li serdana Mistefa û şandina pisporên leşkerî yê wî welatî bo Kurdistanê dinerin.
Rudaw
