• Monday, 16 February 2026
logo

Senatorên amerîkî bo Ebadî: Alîkariya Kurdistanê bikin

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
Senatorên amerîkî bo Ebadî: Alîkariya Kurdistanê bikin
Hejmarek senatorên amerîkî bi rêya nameyekê daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dikin ku zêdetir alîkariya Pêşmerge û koçberên li Başûrê Kurdistanê bike.

5 senatorên Partiya Demokrat û 3 senatorên Prtiya Komarxwaz nameyek ji Heyder Ebadî re şandine û daxwaz dikin Bexda beşek ji wan çekên ku ji welatên derve werdigire bişîne ji Herêma Kurdistanê re.

Di nameyê de, wan senatoran ji Serokwezîrê Iraqê dixwazin ku zêdetir alîkariya penaber û koçberên li Başûrê Kurdistanê bike ku niha hejmara wan gihîştiye nêzîkî 2 milyonan.

Her heşt senatorên amerîkî herwiha di nameya xwe de nivîsandine ku ew li benda bersiva Ebadî ne û pêwîst e Bexda alîkariya leşkerî bide Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de.

Senatorên amerîkî diyar dikin ku ew dixwazin pişrtastbin ku Bexda wê alîkariya Herêma Kurdistanê bike.

Wan senatoran di peyama xwe de bo Ebadî wiha gotine, “Em hêvî dikin ku di bin serkirdatiya te de hemû iraqî destê xwe bidin hev û di nav aştî û aramiyê de bijîn. Em amade ne li ser vê yekê bi we re kar bikin.”

Ev jî navê wan senatoran e:

Barbara Boxer - Ron Johnson - Richard Durbin - Marco Rubio - Jeanne Shaheen - Ed Markey - Christopher Coons - Tim Kaine

Rudaw
Top