• Monday, 16 February 2026
logo

Mehsûm diçe Enqere, Erdogan jî tê Bexdayê

Gulan Media January 13, 2015 Nûçe
Mehsûm diçe Enqere, Erdogan jî tê Bexdayê
Di meha sibatê de Serekomarê Iraqê Fuad Mehsûm diçe Enqereyê û piştre jî Serkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tê Bexdayê.

Pêwendiyên ku di navbera Tirkiye û Iraqê de serdema Serokwezîrê Iraqê yê berê Nurî Malikî xirab bû ji serdema Heyder Ebadî ve ber bi başiyê ve diçe.

Piştî ku li Iraqê Serokwezîr Nurî el-Malikî dest ji serokwezîriyê berda, pêwendiyên Iraqê ligel gelek dewleta hat guhertin û yek ji wan jî Tirkiyeyê. Dema ku 5ê Mijdara sala borî Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî çûbû Tirkiyeyê ji bo pêwendiyên herdu dewletan rûpelek nû dest pê kir.

Piştî serdana Caferî Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî 20 Mijdarê serdana Bexda û Hewlêrê kiribû.

Herwiha bi serdana Serokê Iraqê Heyder Ebadî ku 25ê Berfanbara sala borî çûbû Tirkiyeyê, pêwendiyên wan herî zedê xurt bibû. Ebadî ligel Erdogan, Davutoglu û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemil Çiçek hevdîtin pêkanî bû.

Ligorî agahiyan Rûdawê bi dest xistin di meha sibatê de Serokmarê Iraqê Fuad Mehsûm dê biçe serdana Tirkiyeyê.

Piştî Celal Telabanî cara ewil Tirkiyeyê Mehsûm vexwandibû.

Piştî serdana Mehsûm Serokomar Erdogan jî dê serdana Bexdayê bike û herwiha tê pêşbînîkirin ku ewê serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

Rudaw
Top