• Monday, 16 February 2026
logo

Îran: Me alîkariya Esed nekiriye

Gulan Media January 12, 2015 Nûçe
Îran: Me alîkariya Esed nekiriye

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand ku, welatê wî alîkariya rejîma Sûriyê nekiriye di avakirina kargeheke atomî li wî welatî.

Rojnameya Der Spiegel a almanî belavkiribû ku, rejîma Sûriyê kargeheke atomî li ser sînorê wî welatî ligel Libnanê ava dike, ew jî bo pêkanîna bombeyeke atomî. Rojnmaeyê diyar kiribû jî ku Îran roleke wê di vê projeya rejîma Sûriyê de heye.

Bersiva Îranê li ser zarê wezîrê wê yê derve Cewad Zerîf hat, navborî red kir ku ti roleke wê ya peywendiyeke wê bi vê hewla rejîma Sûriyê ve hebe û got: “Ev zanyariyên ku rojnameya almanî belav kirine pûçin û mebest jê derxistina metirsiyê ji programa atomî ya Îranê ye û rê li pêş cîbîckirina siyasetên şaş li Sûriyê xweş dike” lê amaje bo wan siyasetan nekir.

Cewad Zerîd diyar kir jî ku, belavkirina wan gotegotan cihê pêkenînê ye û berî niha welatê wî ragihandiye ku ew li dijî çekên atomî ye çi li Îranê be û çi li her cihkî din be.

Basnews
Top