• Monday, 16 February 2026
logo

23 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media January 12, 2015 Nûçe
23 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Balafirên şer ên hevpeymnaiya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li nahiyeya Wankê ya başûrê Bendava Mûsilê dan û di encamê de 23 çekdar hatin kuştin.

Jêderekî leşkerî li eniya Wankê ji Rûdawê re ragihand: “Îro sibehê derdora seat 02:00 balafiran li başûrê Bendava Mûsilê li çeperên DAIŞê yên li nava nahiyeya Wankê û gundê Dêrê dan.”

Li gor agahiyên Rûdawê, di encama wan bombebaranan de, 23 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û piştre termên xwe bi aliyê Mûsilê ve birin.

Rudaw
Top