• Monday, 16 February 2026
logo

Li wî welatî cara ewil e jinek dibe serokomar

Gulan Media January 12, 2015 Nûçe
Li wî welatî cara ewil e jinek dibe serokomar
Li Hirvatistanê li gorî encamên ne fermî yên hilbijartina serokomaretiyê, Kolinda Grabar Kitaroviç bû serokomar.

Encumena Hilbijartina Dewletê ragihand ku li gorî encamên ne fermî, di gera duyem a hilbijartina serokomareyê de %99,51 ji dengan hatine hejmartin.

Li gorî hijmartina dengan namzeda Yekbûyiya Demokratên Hirvat (HDZ) Kolinda Grabar Kitaroviç %50,43 ji dengan û namzedê Partiya Demokrat a Civakî (SDP) Ivo Yosipoviç jî ji %49,57 wergirt.

Li gorî encamên ne fermî Kolinda Grabar Kitaroviç jina yekemîn e ku li Hirvatistanê dibe serokomar.

Di navbera herdu namzedan de nêzîkî 21 hezar deng ferq hene.

Kitaroviç di axaftina serkeftinê de got: “Tevahiya Hirvatistanê hilbijartina qezenc kir.”

Kitaroviç anî zimanan dema ku HDZê ew wek namzed diyar kir gelek kesan jê re gotiye tu sernakevî û wiha got: “Min ti caran dest ji xwe berneda. Ezê ji bo Hirvastistanê jî wisa bixebitim.”

Rudaw
Top