• Monday, 16 February 2026
logo

Meşa Parîsê didome: 1.5 milyon kes beşdar in

Gulan Media January 11, 2015 Nûçe
Meşa Parîsê didome: 1.5 milyon kes beşdar in
Li Parîsê, meşa ku ji bo şermezarkirina êrişên Parîsê hatibû destpêkirina, didome. Di meşê de 1.5 milyon kes beşdar in.

Îro saet 17:00 bi dema Hewlêrê, li Parîsê meşek ji bo şermezarkirina êrişa li dijî kovara Charlie Hebdo her wiha dîlgirtina sivîlan di nav markêteke cihûyan de hat destpêkirina.

Di meşê de gellek lîder, serok û rayedarên welatên biyanî jî li kêleka Serokê Fransayê François Hollande meşiyan. Li ser navê Herêma Kurdistanê jî Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Felah Mistefa beşdar e.

Meş heta niha jî didome…
Top