• Monday, 16 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Cîgirê Serok Komarê Iraqê civiya

Gulan Media January 11, 2015 Nûçe
Serok Barzanî li gel Cîgirê Serok Komarê Iraqê civiya
Îro yekşem 11.01.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Usame Nuceyfî Cîgirê Serok Komarê Iraqa Federal kir.

Di civînê de pêşhatên dawî ya siyasî û emniyên Iraqê xistin ber behs û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îşê guftûgokirin.

Her li vê kombûnê da Cîgirê Serok Komarê Iraqê ji bo wê serkeftina mezina li şerê terorîstan da bi dest ve anîne destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û palpiştiya xwe jî ji bo gelê Kurdistanê û hêza Pêşmerge dûpatkir.

Top