Termê 30 çekdarên DAIŞê li cihê şer man
Li gorî agahiyan, Hêzên Pêşmerge li gundê Sultan Ebdula bi tundî bersiva êrişa çekdarên DAIŞê dan û zerer û ziyanek mezin gehandin DAIŞê.
Berpirsê Eniya Mexmûrê Necat Elî ji Rûdawê re ragihand: “Termê 30 çekdarên DAIŞê li cihê şer mane. Herwiha hejmarek otomobîlên wan ên Hummer di encama topbaran Pêşmerge de hatin têk birin.”
Necat Elî wiha got: “Çekdarên DAIŞê hejmarek çekên giran jî li şûna xwe hiştin.”
Derbarê ziyanên Hêzên Pêşmerge di wî şerî de, Berpirsê Eniya Mexmûrê tekez kir ku, “Ne şehîd û ne birîndarên me hene.”
Rudaw
