• Monday, 16 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê jî tevlî xwepêşandana Parîsê dibe

Gulan Media January 11, 2015 Nûçe
Herêma Kurdistanê jî tevlî xwepêşandana Parîsê dibe

Biryare îro, 11ê Çile, xwepêşandeke berfereh li paytexta Fransa, Parîsê birêve biçe, xwepêşandan wê bi beşdariya rayedarên Yekîtiya Ewropa (YE) li darbikeve ji bo piştgitî li wî welatî.

Ew wepêşandan li ser vexwendina Serokê Fransa Francois Hollande wê were lidarxistin, pêşbînî tê kirin jî ku bêhtir ji yek milyon kes tê de beşdar bibin, Wezareta Navxwe ya Fransayê jî diyar kir ku wê tedbîrên taybet ji bo birêveçûna vê xwepêşandanê pêk anîne.

Li gor ku hatiye ragihandin, wê rayedarên 50 welatên cîhanê mil bi milê Francois Hollande tevlî xwepêşandanê bibin, di nav rayedarên ku wê tevlî xwepêşandanê de bibin: Şêwirmenda Almanî Angela Merkel, Serokwzîrê Brîtanya David Cameron, Serokwezîrê Spanya Mariano Rajoy û serokwezîrên Swêd, Nerwîj, Portugal, Denîmark, Belcîka, Hollanda, Malta, Finlanda û Loksomborgê, hene.

Herwiha dê Serokê Feramngeha peywedniyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa bi nûneratiya Herêma Kurdistanê tevlî xwepêaşndana Parîsê bibe.

Xwepêşandana ku di bin navê “Komar”ê de tê lidarixtsin, piştî wê yekê tê ku berî çend rojan çend çekdarana avête ser baregeha kovara “Charlle Ebedu” û 11 kes kuştin, piştre li çend navçeyên wî welatî karên tundûtîjiyê derketin û hejmarek kuştî û birîndar ji encama wan karan ketin.

Li gor ku di medyaya fransî de hatiye belavkirin, ji encama 3 rojên tundûtîjiyê li Fransa, 17 kes hatin kuştin û 20 kesên din birîndarin.

Basnews
Top