Almanya çekên zêdetir ji Pêşmerge re dişîne
Li gorî agahiyên Spiegel Online, serkirdatiya kurd li Başûrê Kurdistanê beriya demekê kin ji Hikûmeta Almanyayê re gotiye ku ji bo serkeftinên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de pêwîstî bi alîkariyan heye.
Wezareta Bergiriyê ya Almanyayê ev agahî ji Spiegel Online re hatine piştrastkirin û niha lêkolîn li ser wê yekê tê kirin ku çi cor û çiqas çekên xwe ji kurdan re bişînin.
Herwiha Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen jî rijd e li ser şandina çekên zêdetir bo Hêzên Pêşmerge.
Malpera Matthias Kipaor jî di raportekê de dibêje: “Hikûmeta Almanya ew daxwaza Hewlêrê bo şandina çekan, piştrast kiriye û razî bûye.”
Herwiha derbarê corê wan çekên ku kurdan daxwaza wan kiriye jî, malpera kovara Spiegel wiha dibêje: Lîsta ku berpirsên kurdan şandine, ne di destê Wezareta Bergiriyê de ye, lê amadekarî tê kirin ku çekên zêdetir ji kurdan re werin şandin.
Çepên wî welatî û endamekî komîteya derve ya Partiya Çep a Almanyayê bi navê Yan Von Akin bi tundî rexneyê li planên hikûmeta welatê xwe bo şandina çekên zêdetir bo Hewlêrê digirin û daxwaza şandina alîkariyên mirovî dikin.
Yan Von Akin ji Spiegel Online re gotiye: “Ez nikarim bawer bikin ku hikûmet dixwaze çekên zêdetir bişîne, di dema ku penaber li ber sermayê ne.”
Wî endamê çep wiha got: “Pirçekirina kurdan metirsiye li ser yek parçe mayîna Iraqê û li ser aramiya wî welatî jî, ku şandina çekan tirsê li ser parçebûna Iraqê çê dike.”
Beşek din ji raporta Spiegel Online behsa planên Hikûmeta Almanya bo damezrandina navenda perwerde û rahênana Pêşmerge li Hewlêrê dike û dibêje: “Derdora 100 serbaz û pisporên leşkerî di demeke nêzîk de, dê li Hewlêrê Hêzên Pêşmerge perwerde bikin.”
Di 17ê Berfenbara sala borî de, Hikûmeta Almanya biryar da ku hêzekê wek şarezayên leşkerî bişîne Başûrê Kurdistanê bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge, ku nêzîkî 100 serbaz û pispor dibin.
Rudaw
