• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞ- Li Almaniya hat girtin

Gulan Media January 11, 2015 Nûçe
DAIŞ- Li Almaniya hat girtin
Li bajarokê Dinslaken yê rojavayê welatê Almanyayê, xortek 24 salî, piştî ku salekê li nav DAIŞê li Sûriyê ma û vegeriya welatê xwe, hat girtin.

Duhî êvarî, hêzek taybet girtin ser mala wî xortê bi navê Nilez, ew jî piştî ku ji aliyê polîsên Almanyayê bi xeternak hat destnîşankirin.

Fermana girtina wî xortê alman ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal bi tohmeta pêwendiya wî bi rêxistineke biyanî ya terorê re, hat derxistin.

Nilez Cotmeha sala 2013an diçe welatê Sûriyê û tevlî rêxistina DAIŞê dibe. Herwiha ew xortê 24 salî Mijdara sala borî, vegeriyaye bajarokê Dinslaken.

Li gorî agahiyên dezgehên asayîşa Almanyayê, tenê li herêma Nordrhein nêzîkî 150 kesî berê xwe dane Iraq û Sûriyê, da ku tevlî DAIŞê bibin û nêzîkî % 20ê wana vegeriyane wê herêmê.

Rudaw
Top