• Monday, 16 February 2026
logo

Bexdadî serpereştiya êrîşa Guwêrê dikir

Gulan Media January 10, 2015 Nûçe
Bexdadî serpereştiya êrîşa Guwêrê dikir

Şeva borî çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser Pêşmergeyan li Guwêr, di şer û pevçûnan de hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin û êrîşa wan jî hat pûç kirin.

Berpirsê komîteya navçeya Qeraçê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ismaîl Mihemed ji BasNewsê re got: “Çekdarên DAIŞê piştî wê yekê bû ku bidizî derbasî nava Guwêr bûbûn, rûbirûbûn di navbera wan û Pêşmergeyên Kurdistanê de qewimî û hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Derbarê dema şer de Ismaîl Mihemed diyar kir ku, demjimêr 20:30, bi dem aHewlêrê, çekdarana ji 9 aliyan ve êrîşî Pêşmergeyan kirin, şer û pevçûn jî heta demjimêr 07:00ê sibha îro Şemiyê berdewam bûn.

Naborî da zanîn ku, ew êrîşê bi serpreştiya xelfîeyê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî bû, lê piştî rûbirûbûna ligel Hêzên Pêşmerge, çekdarên DAIŞê şikestin û ber bi wî aliyê rûbara Dicle ve reviyan.

Wî berpirsê PDKê amaje kir ku, niha rewş li Guwêr aram e “Lê hê çekdar li nav avahiya nahiyeyê mane, ew jî çekên nîşangir bi wan re ne.”

Li gor gotina Ismaîl Miheme, ji ber ku rewşa seqa û hewayê ne alîkar bû, firokeyên hevpeymanan nikarîn zêde çekdaran bombebaran biki û wiha gotina xwe bidawî anî “Mixabin di wî şerî de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn” lê amaje bi wê hejmarê nekir.

Basnews
Top