Şer li sînorê Kerkûkê germ bûye
Peyamnêrê Rûdawê ragihand: “Şer û pevçûn ji îro sibehê ve li sînorên Kerkûkê heta gundê Beşîr derdikevin, ku li navçeyên Mekteb Xalid, Til Werid û Mela Ebdula çekdarên DAIŞê êriş dikin û Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan didin.”
Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, şer û pevçûn li wan navçeyan berdewam e û çekdarên DAIŞê nikarîne pêşve biçin.
Herwiha Hêzên Pêşmerge êrişên wan têk dibin û zerer û ziyanek mezin gehandine wan çekdaran, ku gellek kuştî û birîndarên wan hene.
Rudaw
