• Monday, 16 February 2026
logo

Amerîka: DAIŞ ket rewşa parastinê

Gulan Media January 10, 2015 Nûçe
Amerîka: DAIŞ ket rewşa parastinê
Berdevkê Wezîrê Parastina Deweltên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) John Kirby got DAIŞê ketiye rewşa parastinê.

Kirby di daxuyaniya Wezerata Parastinê DYA (Pentagon) de ragihand ku rêxistina DAIŞê van demê dawî piranî ketiye rewşa parastinê de û dixwaze herêmên di destê xwe de, biparêze.

Kirby wiha got; “Niha DAIŞê dixwaze deverên ku di destê wan de biparêze. Di 6 mehên dawî de nêzîkî 700 kilometreyan erd ji destê wan hatiye derxistin.”

Kirby anî ziman ku balafirên hevpeymaniya navdewletî piranî êrişê herêmên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de dikin û wiha got:

“Niha her çi qasî jî herêmek mezin di bin kontrola wan de be jî, li gorî beriya çend mehan herêmên di bin kontrola wan de kêm bûne.

Rudaw
Top