• Monday, 16 February 2026
logo

Bexda butçeya Herêma Kurdistanî dişîne

Gulan Media January 10, 2015 Nûçe
Bexda butçeya Herêma Kurdistanî dişîne

Endamekî Komîteya Darayî ya Parlementoya Kurdistanê aşkere dike ku, biryare vê heftiyê Bexda pişka Herêma Kurdistanê ji butçye giştî ya Iraqê bişîne.

Endamê Komîteya Darayî ya Parlementoya Kurdistanê Dilşad Şeiban di daxuyaniyekê de bo BasNewsê ragihand ku, biryare vê heftiyê pişka Herêma Kurdistanê ji butçeya giştî ya Iraqê, ji aliyê hikûmeta navendî ve bê şandin û got: “Li gor zanyariyên ku gehiştine min, biryare di vê heftiyê de Bexda pişka Kurdistanê ji butçeyê bişiyêne.”

Dilşad Şeiban da zanîn ku, li gor yasaya butçeyê, heta ku butçeya îsal were pesend kirin pêwîste beşek ji butçeyê bo Herêma Kurdistanê were şandin û wiha berdewam kir: “Ji bo vê mebestê, heta ku butçe were pesendkirin, dê hikûmeta Iraqê her meh 750 milyar dînar bişiyêne Kurdistanê.”

Wî parlementerî aşkere kir jî ku, biryara vê heftiyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi parvekirina mûçeyên feramnbern bike, Wezareta Pêşmerge jî yekem wezaret e ku dê mûçeyê werbigire.

Basnews
Top