• Monday, 16 February 2026
logo

Li Başûr 400 kes wenda ne!

Gulan Media January 9, 2015 Nûçe
Li Başûr 400 kes wenda ne!
Hat zanîn ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo lipeçûn û dîtina kesên wendayî du lêjne pêk aniye. Parlamenterekî Kurdistanê jî dibêje, Başûr 400 kes wenda ne.

Parlamenterê Kurdistanê Hacî Karwan ji Rûdawê re eşkere kir ku li Başûrê Kurdisttanê 400 kes wenda ne û her roj malbat û mirovên wan serdana parlamentoyê dikin ji bo dîtine mirovên xwe yên wendayî.

Hacî Karwan diyar kir ku dosyaya kesên wendayî mijareke biçûk nîne ji ber ku her sal di raporên mafên mirov ên Amerîka û saziyên navdewletî de tê behskirin û “dikin serhevda serê me!”

Wî parlamenterê Kurdistanê eşkere kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo lipeyçûn û dîtinan kesên wendayî, du lêjne pêk aniye û got, nûnerên piraniya aliyên siyasî di wan lêjneyan de beşdar in.

Li gorî Hacî Karwan, hinek ji wan kesên ku heta niha nayê zanîn ka çi hatiye serê wan, di dema şerê navxwe de wenda bûne. Karwan ragihand, hinek ji wan kesan polîs û hinek jî karmendên hikûmetê bûne.

Rudaw
Top