• Monday, 16 February 2026
logo

Dîsa li Parîsê gulebaran: Gelek birîndar hene

Gulan Media January 9, 2015 Nûçe
Dîsa li Parîsê gulebaran: Gelek birîndar hene
Niha li bakurê rojhilatê paytexta Fransayê, Parîsê dengê teqeyan dilind dibû û polîsê wî welatî jî ragihand ku, di encama wan teqeyan de gellek ges birîndar bûne.

Roja çarşemê Avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê, rastî êrişeke çekdarî hat û di encamên de 12 kes hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Duhî jî li Parîsê polîs rastî êrşişekê hat. Di encama wê êrişê de 2 polîs birîndar bûn lê polîsek ji ber ku birînên wî giran bûn, li nexweşnê jiyana xwe ji dest da.

Îro li gundê Demertan Onkola yê bakurê rojhilatê paytexta Fransayê, Parîsê dengê teqeyan dilind dibû û polîsê wî welatî jî ragihand ku, di encama wan teqeyan de gellek kes birîndar bûne.

Hat gotin ku li gorî texmînan êriş ji aliyê 2 kesan ve hatiye pêkanîn û herwiha piştî êrişê jî ji cihê bûyerê dûr ketine.

Hikûmeta Fransa Hêzek taybet şand wî gundî bo girtina wan herdu kesan.

Dezgeha Îstixbaratê ya welatê Yemen ragihand ku, yek ji wan kesan, serkirdeyê Qaîde ye li Yemenê dîtiye.

Polîsê Frans daxwaz ji xelkê wî gundî dike ku ji malê xwe dernekevin û dibistan wein girtin.

Rudaw
Top