• Monday, 16 February 2026
logo

Êrîşkarên Charlie Hebdo di dorpêçê de ne

Gulan Media January 9, 2015 Nûçe
Êrîşkarên Charlie Hebdo di dorpêçê de ne
Hat ragihandin ku polîsan derdora her du êrîşkarên bira Cherîf û Saîd Kouchî yên 7’ê li Parîsê Çileyê êrîşî kovara Charlie Hebdo girtine.

Cherif û Saîd Kouchî ku her du biran e û di êrîşa li hember kovara Charlie Hebdo de bûn sedema mirina 12 kesan ji aliyê polîsan ve li avahiyeke metbaeyê ya li bakurêrojhilatê Parîsê derdora wan hat girtin.

Nayê zanîn ka di navbera êrîşkarên ku tê texmînkirin rehîne jî di destên wan de ne û polîsan de peymanek heye yan na. Lê belê niha hezar polîs tevlî operasyonê bûne. Li kolanê derketina derve hatiye qedexekirin. Operasyon didome.

Basnews
Top