• Monday, 16 February 2026
logo

Taxên ku li Kobanî di destê DAIŞê de mane

Gulan Media January 9, 2015 Nûçe
Taxên ku li Kobanî di destê DAIŞê de mane
Ji duhî ve rewş li bajarê Kobanî aram e û dengê gule û teqeyan bilind nabin, hêzên kurdî jî di çeperên xwe de mane û piraniya pajêr jî di destê wan de ye.

Peyamnêrê Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî Imer Kalo ragihand: “Li bajarê Kobanî ji duhî û heta îro sibehê ve şer li nav bajêr rawestiyaye û rewş aram e, lê balafirên hevpeymaniya navdewletî bi awayekî berdewam li asmanê Kobanê difirin.

Imer Kalo wiha domand: Niha Piraniya taxên bajêrê Kobanê di bin kontrola hêzên kurdî de ne û bi tenê taxa Kaniya Ereban, Miktelê, Şerîe û beşek ji taxên li bireka Kaşê Miştenûrê di destê DAIŞê de mene.”

Duhî jî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku, di şerê li Kobanî de wan 9 çekdarên DAIŞê kuştine.

Rudaw
Top