• Monday, 16 February 2026
logo

Armanca DAIŞê erebkirina Şingalê ye

Gulan Media January 8, 2015 Nûçe
Armanca DAIŞê erebkirina Şingalê ye
Berpirsê Karên Penaberên Herêma Kurdistanê Nurî Osman Şingalî got, armanca êrişa DAIŞê ne êzîdiyên kurd bûn, armanca wan Şingal bû.

Nurî Osman Şingalî ku bi xwe jî jî Şingalê ye ji Rûdawê re ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê birînan derman bike û bandora politikaya erebkirina ji aliyê DAIŞê ve kêm bike.

Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa sala borî êrişê Şingal û herêm derdora wê kiribûn.

Nurî Osman Şingalî wiha got: “DAIŞê xwest ku demografiya bajarê kurdan Şingalê biguhere.”

Şingalî diyar kir ku cara ewil Sadam Huseyin sala 1974an dest bi politikaya erebkirinê kiriye û wiha domand:

“Piraniyan çekdarên DAIŞê endamên Baasê ne. Şingal navbera sînorê Iraq û Sûriyê de ji ber vê yekê jî cihê wê stratejîk e. Rêxistinê xwest ku berê kurda bide rojhilat û heremek ereb çêbikin.”

Şingalî pirsa “Piştî ku Şingal hat rizgarkirin, dê pêşiyê li ber êrişên DAIŞê bikara bê girtin?” wiha bersivand:

“Hêzên Pêşmerge dê li herême bimînin. Herwiha li Şingalê yekîneyek taybet jî dê bê avakirin. Ji xeynî wan jî yekîneyek a me ji êzîdî û misilman ku 660 kesî pêk tê heye.”



Berpirsê Karên Penaberên Osman Şingalî anî ziman ku rêxistina DAIŞê ji ber ku girtiyan li hev biguhere êzîdiyan direvine û wiha got: “Beriya çend rojan ji Telefêrê peyamek ji bo min hat. Dixwazin li hev guhertine pêk bîne. Lê emê ligel DAIŞê gotûbêjan nekin.”

Şingalî da zanîn yên ku hejmara êzîdiyên winda 3 hezar 580 kesên û nêzîkî 500an jî jiyana xwe ji des dane.

Hat gotin ku heta niha 496 kes bi rêya qaçaxçiyan hatine rizgarkirin û ji wan jî 298 jin in.


Nurî Osman Şingalî got ku piştî ku Şingal ji rêxistina DAIŞê bi temamî hat rizgarin 2 pêwîst e ji bo ku li bajêr jiyan bibe wek berê.

Rudaw
Top