Bajarên kurdan dê du roj din jî bicemid in
Li gorî agahiyan Rêvebiriya Giştî ya Rêbejayê bo sedama bager û barîna berfa zedê Li gelek bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê rê hatine girtin. Di navebera Enqereyê û Stenbol li Tunela Çiyayê Bolu, Dihê û Şirnex, Xizxêr (Şirvan) û Şirnex û gelek rêyên din bi çûyin û hatina wesayîtan re hatiye girtin.
Rayedarê Rêvebiriya Meteorolojiya Herêma Amedê Alî Cengiz ji Rûdawê re got ku îro li bajêr hewa dê biçek ewr be û êvarê jî pêşbînî dikin ku berfê bibare.
Cengiz wiha got: “Li Amadê ji xeynî barîna berfê hewayê vekirî be. Piştî du rojan jî hewayê germ bibe.”
Cengîz di derbarê rewşa herêmê de jî wiha got:
“Tê pêşbînîkirin ku îro jî li Şirnex, Êlîh û Sêrtê berfê bibandor bibare. Li wan deran jî dê sibe û pê ve barîna berfê biraweste. Em li bendenê ku şilî dê vê hefteyê herêmê biterkînê.”
Seferên balafiran hat betal kirin
Reya Asmanî Tirkiye (THY) ji ber rewşa hewayê 18 seferên di nav Tirkiyeyê de û 5 sefêrên xeta ji derveyê Tirkiyeyê betal kir.
THYê di malpera xwe fermî de ragihand ku seferên ji Balafirgeha Ataturk a Stenbolê bo Enqere, Denizlî, Kayserî, Semsûr, Konya Erzingan, Mêrdîn, Edane, Alnaya, Îzmîr, Nevşehîr ji her du aliyan ve betal kiriye.
Herwiha seferên Bruksel, Tiflîs, Uskup, Selanîk, Aşkabat, jî hatine betal kirin.
Navberiya perwedeyê didome
Li bajar û navçeyên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, Dêrsîm, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Elezîz, Gumushane, Rize, Bursa, Çorum, Uşak, Kayserî, Giresun, Ordu, Tokat û Trabzon dibistan îro ji ber berfê girtine.
Li Bajarên kurd rewşa hewayê wisa ye:
Amed: -2 (berf)
Mêrdîn: -1 (berf)
Bedlîs: -5 (berf)
Şîrnex: -2 (berf)
Çolemêrg: -3 (berf)
Riha: 1
Wan: 0
Sêrt: 2
Semsûr: 0
Çewlîg: -3
Dêrsîm: -1
Qers -8
Agirî -6
Rudaw
