• Monday, 16 February 2026
logo

Dîsa Parîs, dîsa çek: Polîsek mir yek jî birîndar bû

Gulan Media January 8, 2015 Nûçe
Dîsa Parîs, dîsa çek: Polîsek mir yek jî birîndar bû
Li paytextê Fransa başûrê Parîsê di encama êrişek bi çekan de polîsek jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Îro sibê li Parîsê polîs rastî êrşişekê hatin. Di encama wê êrişê de polîsek birîndar bibû li nexweşnê jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Hat gotin ku li gorî texmînan êriş ji aliyê kesek yan jî du kesan ve hatiye pêkanîn û herwiha piştî êrişê jî ji cihê bûyerê dûr ketiye.

Lêkolîn li ser tê kirin ku tekiliyên vê bûyerê ka ligel bûyera duhî li avahiya kovara Charlie Hebdo li Parîsê 12 kes hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bibûn, heye yan nîne.

Rudaw
Top