• Monday, 16 February 2026
logo

Nasnameya êrişkarên bûyera Fransa diyar bû

Gulan Media January 8, 2015 Nûçe
Nasnameya êrişkarên bûyera Fransa diyar bû
Nasnameya êrişkarên ku li avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê îro 12 kes kuştin û 9 kes jî birîndar diyar bû.

Li gorî medyaya Fransayê 3 kesan êriş pêk anî û ji wan 2 birayên hev in. Temenê wan 18, 31 û 34 e û herwiha 2 êrişker jî ji Parîsê ne.

Hat zanîn ku herdu êrişkerên mezin ji ber ku beriya niha jî sûce wan hebu navê wan cem polîsan hatibû tomarkirin. Êrişkerê 18 salî jî li dibistana amedeyiyê xwendevan e.

Rudaw
Top