• Monday, 16 February 2026
logo

Êrişa Fransa bi tundî hat şermezarkirin

Gulan Media January 8, 2015 Nûçe
Êrişa Fransa bi tundî hat şermezarkirin
Êrişa ku li avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê ku di encamê de 12 kes hatibûn kuştin û 9 kes jî birîndar bibûn, bi tundî hat şermezarkirin.

Serokomarê Fransa François Hollande serdana avahiya kovara rastî êrişê hatî kir. Hollande bûyer wek êrişek terorîstî nirxand û got: “Fransa şok bûye. Ev êrişek terorîstî ye. Êrişek li dijî azadiya ramana ne.”

Hollande wiha got: “Em hemû hevdu ve girêdayî ne. Em welatek azad in ji ber vê yekê em rasta gefan tên. Ti kes nikare zerarê bide welatiyên me.”

Koşka Spî ji raihand ku ew bi tundî wê bûyerê şermezar dike.

Serokwezîrê Birîtanyayê Davi Cameron jî got ku ev êrişek metirsidar bû û bal kişand ser parastina azadayi çapemeniyê.

Cameron wiha got: “Em li dijî hemû kiryarên terorîst in. Em ligel xelkê Fransa ne. Em dest ji azadiya raman û demokrasiyê bernadin.”

Serokwezîra Almanyayê Merkel jî got ku êriş ne bi tenê li Fransayê hatiye kirin êriş li azadiya hemû çepemeniyê hatiye kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Yalçin Akdogan jî wiha got: "Kî li hemberî kê dike bila bike em bûyerên bi vî awayê şermezar dikin. Di vê bûyerê de 12 kes mirin, birîndar jî hene. Ev bûyereke ku bê qebûlkirin nîne divê em bi tundî şermezar bikin."

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da.

PAKê di daxuyaniyê de wiha got: “Em êrîşa terorîstane ya îro li Parîsê li dijî kovara Charlie Hebdoyê hatî kirin bi tundî şermezar dikin.Sebir, metanet û sersaxîyê ji malbatên qurbaniyan, ji xebatkarên kovarê û ji gelê Fransayê re dixwazin.”

Rudaw
Top