Avahiya kovara Charlie Hebdo rastî êrişekê hat
Li gorî medyaya fransî, 3 çekdaran bi çekên Reşaş êrişî avahiya wê rojnameyê kirin û gule berdan rojnamevan û karmendên di nava avahiyê de.
Polîsê Fransa derbarê bûyerê de eşkere kir ku di encama êrişê de 12 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne, ku 10 ji kuştiyan rojnamevan bûn û 2 jî polîs bûn.
Li gorî polîsê Fransayê, di nava kuştiyan de rojnamevan û polîs hene û rewşa 5 birîndaran jî giran e.
Kovara Charlie Hebdo, kovareke satîrîk e ango resmên qeşmerok li ser kesatiyan û diyardeyên di nava civakê de belav dike.
Beriya hefteyekê, wê kovarê karîketorê Xelîfeyê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî belav kir.
Çend caran di wê rojnameyê de sivkatî bi olên xiristiyanî, îslam, cihû û Pêximberê Îslamê jî hatiye kirin.
Rudaw
