Şer li sînorê Tileferê germ dibe
Efserekî ji Hêza Zêrevanî ji Rûdawê re ragihand: “Îro sibêhe, çekdarên DAIŞê êriş kirin ser devera Îaziye û gundê Qeseburayê yên ku dikevin hemberî sînorê navçeya Tileferê ji aliyê Şingalê ve, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan û nikarîn pêşve herin.”
Heman çavkanî wiha got: “Şer li sînorê Tilefer berdewam dike û di şerê îro sibehê de, Hêzên Pêşmerge karîn derbeyên bihêz li wan bidin û wan bişînin, ku niha şer di bin kontrola Pêşmerge de ye.”
Wî efserî wiha domand: “Îaziye û gundê Qeseburayê beriya 10 rojan ketibûn destê Pêşmerge, ku rêya Şingal û Zûmar û wan navçeyan di wir re diçe, ku rêyeke setratejîk e û DAIŞ hewl dide ku bixe destê xwe de.”
Derbarê ziyanên çekdarên DAIŞê de, wî efserî wiha got: “Gellek çekdarên wan hatin kuştin û termê 10 kesan ji wan ketine destê Pêşmerge de.”
Herwiha îro sibehê çekdarên DAIŞê êriş kirin ser gundê Feqîrok û Gul Mihemed li sînorê Tileferê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa wan dan û ew şikenandin.
Rudaw
