Êrişa xwekujî li Istanbulê
Li Istanbulê li Qada Sultan Ahmed a Istanbulê jinekê êrîşeke xwekujî li dijî binekeyeke polîsan pêk anî. Li gor pêzanînan, jina êrîşkar piştî teqandina bomba yekem li hember polîsan û beriya ku bombeya duyemîn biteqîne ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.
Nasnameya jina ku êrîş pêk aniye hêşta zelal nebûye. Piştî teqîna yekemîn, bombeke din ku bi cendekê jinê ve bûye, ji aliyê hêzên taybetiyên polîsê Tirkiyê ve hatiye pûçkirin.
Polîs Kenan Kûmaş ê di teqînê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê mir. Lêkolînên têkildarî bûyerê berdewamin.
Hefteya bihorî jî ku li hemberî polîsên koşka Dolmabahçeyê çalakiyek hatibû lidarxistin, Firat Ozçelîk ê çalakî pêk anîbû, hatibû girtin û rêxistina çepgir a bi navê DHKP-C berpirsatiya êrîêş girtibû ser xwe.
