• Monday, 16 February 2026
logo

Mesîhî jî bûne xwedan hêzeke leşkerî ya taybet

Gulan Media January 7, 2015 Nûçe
Mesîhî jî bûne xwedan hêzeke leşkerî ya taybet

Li devera Tilsqofê artêşeke Mesîhiyan hate damezrandin.

Bi mebesta zêdetir piştgîrî kirin û hevkarî kirina hêzên pêşmerge bo azad kirina deşta Mûsilê, Mesîhiyên deverê piştî daxwaza xwe ya bo damezrandina hêzeke taybet, ev hêza han damezrand.

Niha ev hêza han yaku ji zêdetir ji 500 kesan pêk hatiye ji aliyên wezareta pêşmerge ve tê perwerdekirin û ev hêza han bi tenê ji wezareta pêşmerge ferman werdigire û ser bi wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê dibe.

Biryare perwerde kirina wan hêzan çend hefteyan bidome û piştî bi dawî hatina perwerdehê vê rasterast li gel hêzên pêşmerge beşdariya şerê dijî terorîstên DIŞIê bikin.
Top