Serok Barzanî pêşwaziya Pêşmergeyê qehremanê Şengalê Qasim Derbo kir
Li hevdîtinê de Serok Barzanî spasiya xweragirî û qehremaniya Qasim Derbo û hevalên wî û her wiha wan Pêşmergeyên wêrek kir ku qehremanane bergiriyê li çiyayê Şengalê kirin û rê nedan destê qirêjê terorîstan bigihe çiyayê Şengalê. Serok Barzanî di derbarê wê karesata li ser xuşk û birayên Êzîdiyan hatiye, balkişand li ser wê yekê ku zulm û destdirêjiya dijminan û terorîstan dijî xuşk û birayên Êzîdiyan dirêjepêdera wan zulmane ku dijminên Kurdistanê li dijî gelê me û bêserûşûnkirina 12000 Feylî û 8000 Barzanî û sed û heştih û dû hezar Kurdê Germiyan û navçeyên dinê Kurdistanê û her wiha kîmyabarankirina Helebçe encam dane. Dijminên Êzîdiyan bi sedema Kurdbûn û Êzîdîbûna wan kir armanc û bi aliyê terorîst û dijminan ve Êzîdiyan dû car tawanbarin ew jî ji ber ku neteweyê Kurdin û ola wan jî Êzîdiye. Ji bo wê yekê em jî her çi li şiyana me de hebê dikîn bo ku Êzîdî serfîraz û azad bin û wekî hemû xelkê Kurdistanê bi azadî bijîn.
Li beranber da Fermande û Pêşmergeyê qehremanê devera Şengalê spasî Serok Barzanî kir û amadebûna Serok Barzanî ya li bereyên şer bi sedemekî mezin zanî li serkeftina hêza Pêşmerge û her wiha hatina Serok Barzanî jî ji bo ser çiyayê Şengalê bi werçerxaneke dîrokî ya devera Şengalê li qelemda. Qasim Derbo soz û belênê bi Serok Barzanî da ku heta hetayê bergirîkarê keramet û axa Kurdistan û Şengalê dibê û tekez li wê yekê jî kir ku Êzîdî û xelkê devera Şengalê, Şengal bi beşekî resena Kurdistanê dizanin.
