• Monday, 16 February 2026
logo

Li Kerkûkê grûpên gelêrî yên çekdar pêk tên

Gulan Media January 7, 2015 Nûçe
Li Kerkûkê grûpên gelêrî yên çekdar pêk tên

Berpirsekî Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê ragihand ku, hêzek bi navê Heşdê Gelêrî li Kerkûkê ji bo alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge bo azadkirina navçeyên rojavayê Kerkûkê hat pêkanîn.

Duh Duşemê 06.01.2015`an Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê Falih Feyad, serdana parêzgeha Kerkûkê kir û de konferansek rojnamevanî yê hevbeş de ligel parêzgarê Kerkûkê Necmendîn Kerîm, her du aliyan ragihandin ku, ew li ser pêkanîna hêzekê ji grûpên Gelêrî ku hemû pêkhateyên wî bajarî li xwe digre rêkeftin.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji BasNewsê re got: “Hevdîtina ligel Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê, wê lihevkirinek û ji hevtêgihîştinek di navbera hikûmeta navendî û îdareya Kerkûkê de dirust bibe ji bo rewşa ewlekarî çareser bibe û ji bo piştgiriya Pêşmergeyan bikin ku niha bergiriya Kerkûkê dikin.”

Ji aliyê xwe ve, Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya Iraqê Falihe Elfeyad di konferansê rojnamevanî de got: “Me behsa rewşa ewlekariya Kerkûkê kir û herwiha behsa serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û karîna pêkanîna tevlêbûna şervanan di Hêzên Gerxêla Gelêrî de ji bo piştgirîkirina îdareya Kerkûkê di parsatina ewlekariya bajar bikin.”

Herwiha Falih Feyad got: “Em ligel parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li ser pêkanîna Hêzên Gerxêla Gelêrî ku, wê ji hemû pêkhateyên bajar pêkwere ji bo piştgiriya Hêzên Pêşmerge yên ku niha Kerkûkê diparêzin rêkeftin.”

Di Hizêrana borî de, çekdarên DAIŞê êrîşî ser navçeyên rojavayê Kerkûkê ku, qezaya Hewîce û nahiyên , Elzab,Elebasî, Eliyad û Elreşad lixwedigre kirin û ji wê demê ve di bin kontirolkirin çekdarên wê rêxisitnê dene.

Basnews
Top